Li pêşiya meclîsa Elman çalakiya 'cih heye' ya bi kursiyan

Ji bo balê bikişînin ser 13 hezar penaberên li girava Mîdîllî ya Yewnanistanê asê mane, li pêşiya meclîsa Elman bi navê "Kampan vala bikin, cih heye" 13 hezar kursiyên vala hate bicihikirin.

Li kampa Marîo ya li girava Mîdîllî (Lesbos) a Yewnanistanê 13 hezar penaber di nava şert û mercên nebaş de hewl didin jiyana xwe bidomînin. Piştî ku bi hin penaberên li kampê re vîrûsa koronayê hate tespîtkirin, saziyên alîkariya bi penaberan re yên Seebrucke, Sea-Watch, #LeaveNoOneBehind û Campact ketin nava liv û tevgerê.

Saziyên penaberan, ji bo 13 hezar penaber ji aliyê welatên rojavayî ve bên qebûlkirin, bi rengekî sembolîk 13 hezar kursî danîn pêşiya Meclîsa Federal a li paytexta Elmanya Berlînê. Di çalakiya protestoyî de ya bi navê "Kampan vala bikin, cih heye" saziyên alîkariya mirovî daxuyaniyeke hevpar dan û xwestin, destê alîkariyê dirêjî penaberên li Mîdîllî asê mane bê kirin.

Saziyan bi bîr xistin ku hikumeta Elman tenê 465 penaberên ji hezaran penaberên li giravê qebûl kiriye û diyar kirin, "Li Elmanyayê hejmareke zêde ya cih û derfetan heye ku karibe van penaberan qebûl bike. Ji bo cihê heyî sembolîze bike me jî li pêşiya meclîsê dest bi çalakiyê kir û ji bo vê 13 hezar kursî danîn."

'YA KÊM, ÎRADEYA SIYASÎ YE'

Saziyên alîkariya bi penaberan re yên li Elmanyayê li ser tevnên medya dîjîtal daxuyanî dan û destnîşan kirin, "Elmanya û welatên Yekîtiya Ewropayê dikarin gelek penaberan yekser qebûl bikin û bi hêsanî derfetên ewlehiyê ji wan re biafirînin. Lê belê ji bo vê îradeya siyasî divê, ew jî kêm e. Qet nebe bila li pêşiya kes û hêzên dixwazin bibin alîkar nebin asteng."

Hefteya derbasbûyî, rêveberiyên eyaletên Thurîngen û Berlînê yên Elmanyayê ragihandibûn ku ew amade ne penaberên li Yewnanistanê asê mane qebûl bikin, lê belê hikumeta Merkel ev yek red kiribû. Kampasîteya kampa li Mîdîllî 2800 kes e, lê belê di rewşa heyî de zêdeyî 13 hezar penaber lê tên hiştin.