Li Perûyê kamyon teqiya: 14 kes mirin
Li Perûyê roja kamyona gazê teqiya û hate ragihandin ku hejmara kesên mirî bû 14.
Li Perûyê roja kamyona gazê teqiya û hate ragihandin ku hejmara kesên mirî bû 14.
Alîkarê Wezîrê Tenduristiyê Vîctor Bocangel daxuyaniyek da çapemeniyê û got ku hejmara miriyan bû 14. Bîlançoya beriya wê hatibû ragihandin ku 13 kes mirîbûn û 50’î kes jî birîndar bûbûn.
Teqîn roja Pêncşemê li banliyona Valla El Salvador a nifûsa wê 500 hezar ku dikeve başûrê paytexta Perû Lîmayê pêk hatibû. Di encama teqîna kamyona gazê de 5 zarok jî dinava kesên mirî de hene.
Şewat bi mudaxaleya 13 agirkûjan hate vemirandin. Di şewatê de herî kêm 14 mal jî şewitî.
.