Keştiyek ku koçber û penaber tê de bûn, di şeva 13-14'ê Hezîranê de li peravên Nîvgirava Peloponez (Mora) noqî binê avê bû.
104 KES HATIN RIZGARKIRIN
Yekîneyên ewlekariya peravê diyar kirin ku herî kêm 79 kes mirine, 104 kes hatine rizgarkirin. Lê belê li gorî medya Yewnan bîlanço dikare hîn bêhtir giran bibe.
Li gorî daneyên destpêkê, keştî ji Lîbyayê bi rê ketibû û berê xwe li Îtalyayê bû. Piraniya kesên bi saxî hatin rizgarkirin ji Sûriye, Pakistan û Misrê ne.
15 DEQEYAN NOQÎ BINÊ AVÊ BÛ
Keştiya ku tê gotin motora xwe xera bû, li peravên navneteweyî noqî binê avê bû. Tenê di nava 15 deqeyan de keştî bi temamî noqî binê avê bû.
Berdevkê ewlekariya peravî Nîkolaos Alexôû ji televîzyona cemaweriyê ERT re axivî û got, "Keştî bi qasî 25 heta 30 metreyî dirêj bû. Ser pira keştiyê tijî bû, hundirê wê jî bi heman rengî tijî bû."
Ji berdevkên hikumetê Îlîas Sîankantarî jî got, "Em nizanin bê çend kes tê de bûn, lê belê em zanin ku bazirganên mirovan ji bı keştiyê kontrol bikin mirovan tê de asê dikin."
ÇIMA BI LEZ DEST LÊ NEHATE WERDAN?
Balafireke Frontexê ku sînorên derve yên Yekîtiya Ewropayê diparêze, roja Sêşemê danê nîvro keştiyek tespît kir. Rayedarên bendergehê yên Yewnan îdîa kirin ku koçberan alîkarî red kirine. Gelek rêxistinên civakî yên sivîl bi vê îdîayê bawer nakin, yan jî diyar dikin ku nexwestina alîkariyê li pêşiya destwerdana lezgîn ne asteng û hincet e.
100 JÊ ZAROK HERÎ KÊM 750 KES DI KEŞTIYÊ DE BÛN
Baş nayê zanîn bê çend kes di keştiyê de bûn. Lê belê Rêxistina Koçê ya Navneteweyî di texmîna xwe ya destpêkê de ragihand ku 400 rêwî hebûn. Piştî ku ji kesên hatin rizgarkirin agahî hatin wergirtin, diyar bû ku di keştiyê de herî kêm 750 kes hebûn ku nêzî 100 ji wan zarok bûn.
Ev bîlan ji bîlançoya 3'ê Hezîrana 2016'an a li peravên Yewnan girantir e ku hingî 320 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.
JI BO 3 ROJAN ŞÎN HATE RAGIHANDIN
Serokkomara Yewnanistanê Katerîna Sakellaropoûloû çû cihê bûyerê. Wekîlê Serokwezîr Îoannîs Sarmas jî ji bo sê rojan li welêt şîn ragihand.
DOKTORÊN CÎHANÊ DAXWAZA POLÎTÎKAYEKE RASTEQÎN A RIZGARKIRINÊ KIRIN
Seroka Doktorên Cîhanê ku rêxistineke civakî ya sivîl e Florence Rîgal ji radyoya Franceînfo re axivî û bang li dewletan kir ku li deryayê polîtîkayeke rasteqîn a rizgarkirinê biafirînin.
JI SALA 2014'AN Û VIR VE LI DERYA SPÎ ZÊDEYÎ 20 HEZAR KES MIRIN
Rîgal got, "Lİ Derya Spî ji sala 2014'an û vir ve zêdeyî 20 hezar kes mirin. Ev dever goristaneke."
Rîgal diyar kir ku divê Frontex dest li rewşê werde û got, "Em li benda dewletan e ku seferberiyeke xurt bikin. Li şûna sozên malî pêwîstî bi rizgarkirina mirovan heye. Derya qadeke mirovî ye."