Li peravên Venezûelayê botek binav bû: Zêdeyî 30 kes winda ne

Botek ji Venezûelayê berê xwe da girava Arûba ya ser bi Hollandayê, ku bi dehan kes tê de bûn, noqî binê avê bû. Tê gotin ku gelek kes winda bûne.

Li gorî agahiyên ku ji aliyê rayedarên polîsan ên girava Cûraçao ve hatin dayin, boteke berê xwe li girava Arûba ya li Amerîka Navîn bû, noqî binê avê bû. Li hundirê botê tenê cenazeyê 4 penaberan hatin dîtin. Hat ragihandin ku bi dehan kesên din winda ne.

Li gorî medya Venezûelayê, li hundirê vê bota plastîk a ji bendergeheke li eyaleta Falconê bi rê ket 34 kes hebûn ku di nava wan de jin û zarok jî hebûn.

Li Venezûelayê ku nifûsa xwe 32 milyon e û krîza aboriyê lê dewam dike, tê texmînkirin ku 2 salên dawî bi qasî 500 hezar kesî welat terikandine. Herî dawî Serokdewlet Nîcolas Madûro ji bo pêşî li qaçaxçitiya mirovan bigire, çûn û hatina ji derya û hewayê ber bi Giravên Karayîpê qedexe kiribû.

Tê zanîn ku qaçaxçitiya mirovan a ber bi girava Arûbayê zêde ne ku ev girava li peravên Venezûelayê ye, ser bi Hollandayê ve ye.