Li peravên Spanyayê bi sedan penaber hatin rizgarkirin

Bi sedan penberên ku li îtayayê rastî politikayên hişk hatibûn û berê  xwe dabûne Spanyayê di deryayê de ji mirinê hatin rizgarkirin.

Tîma ewlehiya qeraxên Spanyolî li ser hesabê xwe yê Twitterê da xûyakirin ku 458 penaberên ku ji Fasê bi bot û lotkeyan dabûne rê hatin rizgarkirin.

Di berdewama daxûyaniyê de hat nîşankirin ku ji wan penaberên ku di navbera Deryaya Alboran û Tengava Cebelîtarik de hatine rizgarkirin  13 jê zarok bûne.

Spanya, bi taybetî piştî ku îtalyayê bi Lîbya re bu hevalbend û li Deryaya sipî tedbîrên hişk girt, ji bo penaberan bû hedefa yekemin. Li gorî daneyên Rêxistina Koçberiya Navneteweyî (IOM), ji serê sala 2018’an û vir de ji 23 hezarî zêdetir penaber bi rêya deryayê xwe gihandine Spanyayê. Ev hejmar ji daneyên sala çûyî zêdetir e.

Ji destpêka vê salê heta niha, bi taybetî li Spanya û Îtalyayê herî kêm 400  penaber di Behra Sipî de jiyana xwe ji dest dan. Gelemperiya van penaberan ji kesên Efrîkayî ku ji ber şer û xizaniyê bere xwe dabûne rêya koçberiyê pêk tê.