Li peravên Spanyayê 8 koçber mirin
Di nava 24 saetên dawî de li peravên başûrê Spanyayê 8 koçberên Efrîqayê mirin û 47 koçber jî hatin rizgarkirin.
Di nava 24 saetên dawî de li peravên başûrê Spanyayê 8 koçberên Efrîqayê mirin û 47 koçber jî hatin rizgarkirin.
Li peravên Motrîl a dikeve herêma xweser a Endulus a dikeve başûr keştiyek noqî avê bû.
Li gorî berdevkê ewlekariya sivîl roja Sêşemê di saetên sibê de 30 mêr û 17 jin gihandin peravê. Ewlekariya sivîl a spanyayê gihiştin cenazeye bi eslê xwe Efrîqayî.
Dema keştiyek ji Fas a Spanyayê derdiket li behra Alboranê noqî avê bû û 7 koçber mirin. Her wiha 70 kes jî ji aliyê ewlekariya paravê ya Fasê ve hatin rizgarkirin.