Li peravên Pasîfîkê alarma tsûnamiyê
Li Salvadorê piştî erdheja bi himeta 6.8'an li peravên Pasîfîkê alarma tsûnamî hate dayin.
Li Salvadorê piştî erdheja bi himeta 6.8'an li peravên Pasîfîkê alarma tsûnamî hate dayin.
Rayedarên Salvadorê diyarkirin li peravên Pasîfîkê erdheja bi himeta 6.6- 6.8'an çêbûye û alarma tsûnamiyê dan.
Enstîtûya jeofîzîkê ya Emerîkayê USGS'ê got erdhej 40 kîlometre li başûrê San Salvadorê çêbûye.
Li gel ku saetek di ser alarmê re derbas bûye jî rayedaran gotin asta deryayê neguheriye.
Ji ber erdhejê li gorî agahiyên berdest ti kesek nemiriye û ti ziyana madî çênebûye.