Li peravên Lîbyayê di keştiyekê de 10 cenaze hatin dîtin

Rêxistina civakî ya sivîl a bi navê Doktorên Sînornenas (MSF) ragihand ku li peravên Lîbyayê di keştiyekê de cenazeyên 10 koçberan hatine dîtin.

Keştiya alîkariya destpêkê ya rêxistina civaka sivîl 'Geo Barents' bi hawara koçberên li Derya Spî ve çû, ku li ber mirinê bûn.

Di daxuyaniya MSF'ê de ku li ser twitterê hate weşandin hate gotin, "MSF'ê li binê keştiya ji text cenazeyên 10 kesan dît.

Li gorî daxuyaniyê 99 koçber jî hatin rizgarkirin.

Bi deh hezaran koçber ji Lîbya yan jî Tûnisê bi rê dikevin û di ser Derya Spî re hewl didin xwe bigihînin Ewropayê. Di vê rêwîtiya metirsîdar de, li gorî Rêxistina Koçê ya Navneteweyî ya ser bi Neteweyên Yekbûyî tenê îsal herî kêm 1236 koçber mirin. Di heman dema sala 2020'î de 858 koçber xeniqî bûn.