Li peravên Giravên Kanaryayê sê keştiyên koçberan winda ne
Rêxistina civakî ya sivîl Camînando Fronteras ragihand ku li peravên Giravên Kanaryayê sê keştiyên ku zêdeyî 300 koçber tê de bûn, nehatine dîtin.
Rêxistina civakî ya sivîl Camînando Fronteras ragihand ku li peravên Giravên Kanaryayê sê keştiyên ku zêdeyî 300 koçber tê de bûn, nehatine dîtin.
Rêxistina civakî ya sivîl Camînando Fronteras ragihand ku li heman herêmê piştî rizgarkirina 78 koçberan du rojan, li peravên Giravên Kanaryayê sê keştiyên din winda bûne.
Camînando Fronteras ragihand ku keştî şeva Sêşemê 11’ê Tîrmehê winda bûne. Li gorî texmîna Camînando Fronteras ji Senegalê zêdeyî 300 kes di keştiyê de ne.
Rêxistina civakî ya sivîl anî ziman ku ev agahî ji koçberan û telefonên ku ji xizmên wan, hatine stendin.
Servîsa rizgarkirina deryayê ya Spanî yek ji balafirên xwe şandine herêmê û alîkarî ji keştiyên li vê beşa Okyanûsa Atlantîk xwestine.
Rayedar bêyî ku diyar bikin ku roja Çarşemê wê lêgerîn dewam bike yan ne, daxuyanî da ku balafir li herêmê geriyaye, lê tiştek nedîtiye.
Afirênera Camînando Fronteras Helan Maleno wiha got: “Her deqîqeyek girîng e. Di navbera Morîtanya, Spanya û Fasê de pêdivî hîn zêdetir bi derfetên lêgerînê û hevkariyê heye.”