Li peravên Fasê 14 koçber fetisîn ku 2 ji wan zarok in

Keştiyek ku koçber tê de bûn û berê wê li giravên Kanarya yên Spanyayê bû, noqî avê bû. Di bûyerê de 14 koçberan jiyana xwe ji dest dan ku 2 ji wan zarok in.

Saziya navneteweyî ya bi navê Watch the med Alarm Phone ku banga kesên li nava deryayê tengav bûne werdigire, bi rêya Twîtterê daxuyaniyek weşand. di daxuyaniyê de hate ragihandin ku keştiyek sê roj in li nava deryayê bû sibeha Duşemê noqî avê bû.

Di daxuyaniya komeleyê de hate gotin, "Li gorî gotinên yên sax man e, 14 kes xeniqîn ku du ji wan zarok in."

Li gorî gotinên şahidan, beriya keştiya Hêza Deryayî ya Fasê, keştiyeke masîgir bi alîkariya wan ve hat.

Rêxistina civaka sivîl a bi navê Camînando Fronteras hewl dide timî têkiliyê bi koçberan re deyne yên ku bi rêya deryayê hewl diidn xwe bigihînin Spanyayê. Aktîvîsta Spanî ya rêxistinê Helena Maleno li ser Twîtterê got, "Em ji trajediyekê bi fikar bûn û pêk hat: Li ser rêya Kanaryayê 14 kes mirin."

Yekîneyên ewlekariyar peravî yên Spanî li sê keştiyên din digerin ku ji Fasê bi rê ketin û winda ne.

Meha derbasbûyî 708 koçberan xwe gihandin Giravên Kanaryayê ku li pêşberî peravên Fasê ne.