Li peravên Îtalyayê bi sedan koçber hatin rizgarkirn

Hat ragihandin ku tevî werza zivîstanê jî bi sedan koçberên ku dixwestin li ser Lîbyayê re derbasî Îtalyayê bibin, dema li ber xeniqînê bûn hatin rizgarkirin.

Nêzî 250 koçber ku li nava 4 keştiyan, dixwestin ji Lîbyaya ku herî kêm 400 hezar koçber li bendê ne ku derbasî Ewropayê bibin, hatin rizgarkirin. Nava operasyonên di nava du rojên dawî de hatin kirin 230 koçberên din hatin rizgarkirin.

Di encama xebatên saziya alîkariyê ya bi navê Proactîva Open Armsê ve hate kirin de 7 jê zarok 134 koçber birine Sicîlyayê. Di çarçoveya Operasyona Sophîa ya li dijî revandina koçberan a ji aliyê Yekîtiya Ewropa (YE) ve tê birêvebirin de, ji duh ve agahiya 230 koçber rizgar kirine hate parvekirin.

Hatibû ragihandin ku çûyîna koçberan a ji Lîbyayê ber bi Îtalyayê ji serê vê salê ve 120 hezar bûye. Di nava vê salê de piraniya koçberên ku berê xwe dane Îtalyayê ji 3 hezaran zêdetir jiyana xwe ji dest dane yan jî wina bûne.

Li gorî daxuyaniya îro ji aliyê hikûmeta Îtalyayê ve hate kirin, ragihandibû ku di çarçoveya têkoşîna li dijî revandina mirovan nêzî 10 hezar kesên mafê serêdana rûniştinê wan heyî wê ji Lîbyayê bi balafiran bînin. Hatibû diyarkirin ku wê ev xebat 2018’an pêk were.