Li Parlementoya Îngîltereyê kampanyaya ji bo grevên birçîbûnê

Li Parlementoya Îngîltereyê li hemberî tecrîda li Îmraliyê û ji bo piştgiriya grevên birçîbûnê kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin.

Parlementera Gallerê Lîz Savîlle Roberts a li Parlementoya Îngîltereyê li hemberî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo grevên birçîbûnê pirsnameyek da.

‘EM BI FIKAR IN’

Parlementerên endamên meclîsa Parlementoya Îngîltereyê yên ji partiyên cihê derbarê pirsnameya tecrîd û grevên birçîbûnê dest bi komkirina îmzeyan kirin. Di pirsnameyê de hate diyarkirin ku tendirustiya Leyla Guven hatiye asta krîtîk û bal hate kişandin ser vî tiştî ku divê rêya diyalogê were vekirin. Parlementeran diyar kirin ku li Gallerê ji aliyê Îmam Şîş ve berxwedana Leyla Guven tê domandin û parlementeran fikarên xwe anîn ziman.

PARLEMENTERÊN KU ÎMZE DANE

Di Parlementoya Îngîltereyê de van parlementeran dest bi komkirina îmzeyan kirin.

*Chrîs Stephen: Partiya Neteweyî ya Îskoçyayê

*Jîm Shannon MP: Partiya Yekîtiya Demokratî

*Stewart Malcolm McDonald MP: Partiya Neteweyî ya Îskoçyayê

*Liz Saville Roberts MP: Plaid Cymru, Galler

*Mr Jim Cunningham MP: Partiya Karkeran