Li Parîsê li gel qedexeyê jî 20 hezar kes kom bûn

Li paytexta Fransayê Parîsê li gel qedexeyê jî derdora 20 hezar kesî tundiya polîsan şermezar kir. Piştî ku polîsan êrîş anî ser çalakgeran 18 çalakgera hatin destgîrkirin.

Li ser banga komîteya bi navê  Adama Traore, ku Traore mirovekî reş bû ku 2016'an dema hatibû destgîrkirin nebedî bûbû, Sêşemê li Parîsê bi hezaran kes komî ser hev bûn.

Ev çalakî dema ku çalakiyên ji ber kuştina George Floyd ya li Emerîkayê dom dikir, pêk hat.

Li dawiya xwepêşandanê tevlîhevî çêbû, polîsan bi gaza îsotê êrîş anîn û çalakgeran jî wesayit şewitandin.

Şaredarê taxa 17'an a Parîsê Goffroy Boulard got di tevlîheviyê de 1 milyon euro ziyana madî çêbûye.

Her wiha li Lyon, Lîlle û Marsîlyayê û li gelek bajarên din çalakiyên protestoyê çêbûn. Dema van çalakiyan 7 kes hatin destgîrkirin.