Li Parîsê gel ji bo tevdîrên demsalan û derdorê diçe ser sindoqê

Li Parîsê ku li cîhanê di mijara hewaya lewitî de yek ji bajarê herî bi problem e, projeya demsalan a ku tê xwestin were pêkanîna wê were dengdan.

Li Parîsê bi demên diyarkirî hate qedexekirin ku wesayitên bi mazotê têkevin bajêr. Şaredara Parîsê Anne Hîdalgo dixwaze tevdîrên ji bo demsalê pêk bîne, ji bo ku helwesta gel a li dijî vê kêm bike jî wê vê projeya bide dengdanê.

Projeya demsalan ku Mijdara par Konseya Bajêr a Parîsê qebûl kiribû û 500 tevdîran tîne, wê were dengdan. Îro li 115 cihên cuda wê sendoq werin danîn û tê xwestin ku gel dengê ‘erê’ yan jî ‘na’ bide ‘Plana Enerjiya Hewayê ya Demsalê’’. Kesên biyanî yên ku temenê wan di ser 15’an re ye jî wê deng bidin.

Muxalefeta rastgir li dijî vê projeyê ye. Heke projeya were qebûlkirin, tê gotin ku heta 20124’an dawî li hemû wesayitên bi mazatê were, heta 2030’î jî dawî li yên bi benzînê were û hemû zadên li kantînên dibistanan bibin organîk. Her wiha bi vê projeye tê armanckirin ku hilberîna enerjiyê were zêdekirin, qadên şînahî werin zêdekirin, hijmara bisiklêtan were zêdekirin.