Li Parîsê di 1'ê Gulanê de 283 kes hatin destgîrkirin

Li paytexta Fransa Parîsê, komên anarşîst û polîs di dema pîrozbahiyên 1'ê Gulanê de bi hev ketin. 283 kes hatin destgîrkirin.

Di xwepêşandana 1'ê Gulanê ya Parîsê de ku sendîkayan organîze kirin, komeke ji 1200 kesî yên bi maske ku navê "Black Blocs" li xwe kirin tevlî kortejan bûn.

Polîsan ragihandin ku cara yekê ye di vê astê de rewşeke wiha dibînin. Bi giştî 50 hezar kes tevlî meşê bûn. Li gelemperiya Fransayê 240 çalakî hatin kirin û bi sed hezaran karker daketin qadan.

Çalakgerên ji koma radîkal pankartên bi nivîsa "Her kes ji polîsan aciz e" û "Parîs rabe ser piyan, serî hilde" vekirin.

XISAR LI 31 KARGEH Û 16 WESAYITAN BÛ

Piştî ku çalakger ji deriyê Austerlitzê derbas bû, koma ku maskeya reş danîbû ser rûyê xwe, di serî de McDonald's êrîşî gelek kargehan kir. Komê agir berda McDonald'sê û wesayitên li firoşgeha Renaultê şewitand. Her wiha wesayiteke şantiyeyê hate şewitandin. Kom û polîs bi hev ketin.

Şer li gelek cihan dewam kir û 283 kes hatin destgîrkirin. 109 ji van heta roja Sêşemê di destgîrkirî bûn.

Midûriyeta Emniyetê got, "Xisar li 31 kargehên bazirganiyê bû, 2 ji wan hatin şewitandin. 6 wesayit hatin şewitandin, xisar li 10 wesayitan bû." Yek jê polîs 4 kes jî birîndar bûn.