Li Pakistanê şape rabû: 48 kes mirin
Li Pakistanê ji ber barana mûsonê ya li rojavayêbakur ê welêt şape rabû, heta niha 48 kes mirine.
Li Pakistanê ji ber barana mûsonê ya li rojavayêbakur ê welêt şape rabû, heta niha 48 kes mirine.
Li welêt şiliya herî zêde ya vî 90 salê dawî heye. Ji ber ava ku rabûyî bi sedan mal di bin avê de man.
Artêşa Pakistanî tevlî nav xebatên alîkariya pêşî bû, di vê heftiya dawî de 48 kes mirin.
Tîrmehê ji ber şiliyê derdora 20 kesî mirin.
Her sal li Pakistanê ji ber barana mûson gelek kes dimirin. Ji ber rêveberiya xirab helwesta gel her ku diçe zêde dibe.