Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Li Pakîstanê li mizgeftê teqîn: Bi kêmanî 30 kes mirin

Li Pakîstanê li mizgefetekê teqîn çêbû, bi kêmanî 30 kes mirin.

Li bajarê navendî yê eyaleta Hayber-Pahtunhva Peşaverê li mizgefa Şiî teqînek çêbû, 30 kes mirin..

Teqîn dema nimêja înê çêbû. Li gorî agahiyên rayedarên nexweşxanê bi kêmanî 30 kes mirin û 56 kes jî birîndar bûn.

Rayedarên Nexweşxane Lady Readîngê diyar kirin rewşa 10 birîndaran giran e.

Li gorî agahiyên pêşî êrîşkaran pêşî li polîsan reşandine û piştre ketine mizgeftê. Ji êrîşan yek jê ketiye mizgeftê.

Li gorî medyaya xwecih kesekî bi kincên reş piştî ku kete mizgeftê du peywirdarên dewletê kuştine û piştre xwe teqandiye.

Serokwezîr Imran Han êrîş şermezar kir.