Li Pakistanê li dijî qereqola polîsan êrîş: 4 kes mirin

Di êrîşa li dijî qereqolekî polîsan a li Pakistanê de, 4 kes mirin.

Li dijî qereqola polîsan a li Gîlgît-Baltistan a yek ji cihê turîstî ya dikeve bakûrê Pakîstanê êrîşek pêk hat.

Yek ji herêmên ku herî aram ku ji her deverên cîhanê welatî berê xwe didiyê ye.

Lê di nava du mehên dawî de ev du car êrîş lê qewimî. Li gorî rayedaran sibeha Şemiyê herî kêm 7 kesên ku nasnameya wan nehate zanîn êrîşî qereqolekî ya polîsan kiriye. Di êrîşê de 3 polîs û êrîşkarek hatiye kuştin.

3’yê Tebaxê jî ji aliyê kesên nasnameya wan nehate zanîn ve li herêmê agir bi 12 dibistanan hatibû xistin û ti kes nemibûn.