Li Pakîstanê êrîşeke xwekujî li dêrekê hate kirin

Li Pakîstanê, ji ber êrîşeke xwekujî ya li dêrekê 5 kes mirin, 16 kes jî birîndar bûn.

Li bajarê Ketta yê Pakîstanê, êrîşeke xwekujî li dêrekê hate kirin. Êrîş li dêra Bethel Memorîal Metodîst a li bajarê Ketta yê eyaleta Belûcîstanê pêk hat. Ji ber êrîşê 5 kes mirin, 16 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ku rayedaran dan, êrîş li dijî civaka Xiristiyan a li herêmê hatiye kirin.

Wezareta Tenduristiyê ya Belûcîstanê daxuyaniyeke rewşa awarte weşand û got, "Divê hemû doktor û personelên tenduristiyê ji bo alîkariyê bidin birîndaran amade bin."