Li Pakîstanê êrîşa întîxarî: Gelek kes mirine
Li bajarê Lahor ê Pakîstanê di encama êrîşa bombeyî de ku ji hêla Talîbanan ve hate lidarxistin, gelek kesan jiyana xwe ji dest daye.
Li bajarê Lahor ê Pakîstanê di encama êrîşa bombeyî de ku ji hêla Talîbanan ve hate lidarxistin, gelek kesan jiyana xwe ji dest daye.
Hat ragihandin ku êrîş li bajarê Lahor a ku dikeve rojhilatê Pakîstanê, di dema xwepêşandana dermanfiroşan de, li rêya Mall Roadê pêk hatiye.
Li gorî agahiyên ku ji berpirsiyarên nexweşxaneyan hatine girtin, di êrîşê de herî kêm 13 kes mirine, 80 kes jî birîndarbûne.
Hat diyarkirin ku piştî êrîşê, polîsan cihê bûyerê dorpêç kirine, kelek kes di aloziyên rûdayîn de birîndar bûne.
Tê texmînkirin ku êrîşa xwekuj ji aliyê komekî ku girêdayiyê Cemaat-ul Ahrar a Talîbanên Pakîstanê ve hatiye kirin. Hat ragihandin ku berya heftekê agahiya ku wê êrîşek were lidar xistin hatibû girtin. Lê tevî vê agahiyê jî di çapemeniya herêmî de hat diyarkirin ku ewlekariya pêwîst nehatiye girtin.