Li Pakîstanê êrîş: 40 kes mirin

Li Pakîstanê di encama êrîşê de, zêdetirî 40 kesî jiyana xwe ji dest da.

Li bajarê Ketta ku dikeve başur rojava yê Pakîstanê di encama teqandina wesayîta bombebarkirî  de 7 jê polîs herî kêm 13 kes hatin kuştin. Di 2 êrîşan de ku li bajarê Paraçinar pêk hat  27 kes mirin û 120 kes jî birîndar bûn.

Li bajarê herî gur yê Pakîstanê Karaçiyê jî di êrîşa bi çekan ya li dijî polîsan de 4 polîsan jiyana xwe ji dest da.

Êrîşa li Kettayê rêxistina Cemaat-ul-Ahrar ku hem ji DAIŞ'ê û hem ji Talibanên Pakîstanê cûda bibû girt ser xwe.