Li Pakistanê baranên bi tund: Herî kêm 38 kes mirin

Li Pakistanê ji roja 27’ê Tebaxê heta niha ji ber baranên zêde yên ku bûyîn sedemê karesatên lêhiyê, herî kêm 38 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Pakistan bi baranên 90 salên dawî yên herî tund re rû bi rû ma. Li Eyaleta Hayber Pahtunhva ya li herêma çiyayî ya bakurê rojavayê welat, ji ber lêhiya ji nişka ve 16 kes mirin û 28 kes birîndar bûn. Ji ber hezana xakê jî, ziyan gihişte 67 avahiyan.

Li Pencapa Rojhilat roja Înê ji ber sedema ketina serbanê depoyekê çar karkeran jiyana xwe ji dest da.

Li bajarê herî mezin Karaçî ya Pakistanê ku şêniya wê 20 milyon e, roja Pêncşemê ji ber barana zêde 18 kesan jiyana xwe ji dest da.

Karaçiya ji ber baranê felç bûyî, pileya avê gehişte rêjeya dîrokî. Şêniyên bajêr, neçar man ku di nava ava bilindbûyî de heta beleyê, rê derbas bikin.

Di nava meha Tebaxê de ji ber karesatên lêhiyê heta niha 103 kesan jiyana xwe ji dest da. Li gorî rêjeyên fermî ji miriyan 54 ji Karaçiyê, 33’ê jê li Pencapê û 16 jî li Hayber Pahtunhva yê ne.