Li Pakistanê 2 êrîş: 74 kes mirin, 152 jî birîndar in

Di teqînên nava du mîtîngan de pêk hat, 74 kes mirin, 152 kes jî birîndar bûn.

Di teqîna li nêzî bajarê Mastûng a eyeleta Belûcistan a dikeve rojavayê Pakîstanê de, hate ragihandin ku namzetê parlementeriyê yê Partiya Avamî yê Belûcistanê (BAP) Raîsanî hatiye hedefkirin.

Li gorî agahiyên destpêkê di êrîşê de, Raîsanî jî di nav de 70 kes mirine, 120 kes jî birîndar bûne.

Sîraj Raîsanî yê birayê Serokê Berê yê Eyaleta Belûcistanê Navab Aslam Raîsanî namzetê parlemeteriyê yê BAP’ê yê nû hatî avakirin bû.

Êrîşa din di mîtînga yek ji kesayetên navdar ê Partiya Camîaya Ûlemayên Îslamî û wezîrê Berê Ekrem Han Dûrranî (JÛI-F)ê li bajarê Bannû a dikeve bakurê welat hate lidarxistin pêk hat.

Di êrîşa danê sibê pêk hat de 4 kesên ji konvoya Dûrranî jiyana xwe ji dest dan, 32 kes jî birîndar bûn. Dûranî jî bê ku birîndar bibe, ji êrîşê rizgar bû.