Li Nîjeryayê tankera sotemeniyê teqiya: Herî kêm 10 kes mirin
Li navenda Nîjeryayê tankereke sotemeniyê weergeriya û dema ku sotemenî jê dihate derxistin teqînekê rû da. Herî kêm 10 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li navenda Nîjeryayê tankereke sotemeniyê weergeriya û dema ku sotemenî jê dihate derxistin teqînekê rû da. Herî kêm 10 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî çavkaniyên xwecihî, li bajarê Ahumbe yê li eyaleta Benue qemyona ku sotemenî tê de bû Duşemê qulibî. Şêniyên bajêr dema ku li dora qemyonê li hev civiya teqînekê rû da.
Rayedarekî komîsyona federal a ewlekariya trafîkê ya eyaleta Benue got, "Herî kêm cenazeyê 10 kesan û zêdeyî 50 birîndar hatin rakirin."
Tê gotin ku hejmara qurbaniyan dibe ku zêde bibe.