Li Nîjeryayê ji ber êrîşa Boko Haram 53 kes mirin

Li bakurê rojhilatê Nîjeryayê di êrîşên Boko Haram ên dawiya hefteyê de 44 leşker û 9 cotkar hatin kuştin.

Hikûmeta Nîjeryayê bê navber daxuyaniyên bidawîbûna koma çeteyan a Boko Haram ya girêdayî DAÎŞ’ê didin, lê di demên dawî de êrîşên Boko Haram ji nû ve zêdetir bûn.

Baskê Rojavayê Efrîka yê Boko Haram a girêdayî DAÎŞ’ê ISWAP dawiya hefteyê êrîşî 3 baregehên leşkerî kir û di êrîşan de herî kêm 44 leşker hatin kuştin. Hate ragihandin ku di êrîşa li dijî baregeha gundê Metele yê nêzî sînorê Nîjerê de 3 fermandar û 3 efser hatine kuştin. Çavkaniyên leşkerî yên ji AFP’ê re axivîn, diyar kirin ku piştî şerê dijwar ‘baregeh ketiye destê çeteyan’.

Çavkaniyek din a leşkerî wiha ragihand; “Di aliyê windahiyên mirovî û tîman de yek ji windahiyên herî giran e.”

Heman rojê çeteyan serê sibê êrîşî baregeha Gajîram a 80 kîlometre ji Midûgûriyê dûr kirin. Şer bi seatan dom kir û leşkerek hate kuştin.

Li aliyê din hate ragihandin ku di êrîşa çeteyan de 9 cotkar jî hatine kuştin. Hate ragihandin ku êrîş li gundê Mammantî yê 5 kîlometre ji Maîdûgûriyê dure pêk hatiye û 12 cotkar jî hatine desteserkirin.