Li Nîjeryayê êrîşa Boko Haram: 21 kes hetin kuştin
Di êrîşa Boko Haram a li Bakûrê Rojhilatê Nîjeryayê de 20 kesan jiyana xwe ji dest da.
Di êrîşa Boko Haram a li Bakûrê Rojhilatê Nîjeryayê de 20 kesan jiyana xwe ji dest da.
Êrîş li Ngala û Gamborû yên ku niştecihên cîranin lEyaleta Borno ye pêk hat. Eyaleta Borno, li ser sînorê Kamerun cih digire.
Li Gamborûyê Umer Kachalla yê endameke hêza milîsên alîgirên hikûmetê ye ji AFP’ê re axivî û diyar kir ku di êrîşê de bi giştî 21 kes hatine kuştin.
18 kes li daristana Wulgo a 15 kîlometre dorî Gamborûyê hatine kuştin. Her sê sivîlên din jî di dema di nava konvoya artêşê de diçûn, di encama teqîna mayînê ya di bin wesayîtê de jiyana xwe ji dest dane. Di vê êrîşê de 11 kes jî birîndar bûne.
Ji 2009’an û pêde di encama şerê bi vê komê re herî kêm 20 hezar kesan jiyana xwe ji dest daye. Li Bakûrê Rojhilatê welat jî 2.6 milyon kes neçar mane malên xwe biterikînin.
Midûrê UNICEF a Nîjeryayê Muhammed Malîck Fall, di daxuyaniya roja 13’ê Nîsanê de dayî de, bi taybet bal kişand ser zarok û mamosteyên di hedefa Boko Haram de ne.
UNICEF a diyar kir ku ji sala 2013’an û pêde ji hezaran zêdetir zarok hatine revandin, di heman demê de 295 mamoste hatine kuştin û ji hezar û 400 dibistanan zêdetir hatine tinekirin.
Boko Haram a ku yek ji zimanên xwecihî yên Nîjeryayê de weke ‘Perwerdeya Rojava guneh e’ tê pênasekirin, dibistan tim di hedefê de ne. Piştî ku ev kom di sala 2009’an de derkete holê û şûnde, soza girêdana xwe ya bi DAIŞ’ê re dabû.