Li Nîjeryayê di êrîşa Boko Haramê de 65 kes mirin

Çeteyên Boko Haram li bakurê rojhilatê Nîjeryayê êrîşî bi dehan wesayîtên ku ji merasîma cenaze vedigeriyan kir û 65 kes qetil kirin.

Berpirsê xwecihî Mûhammed Bûlama daxuyanî da û got, “65 kes mirin e û 10 kes jî birîndar in.”

Li gorî bîlançoya berê hejmar sê qat zêde bûye. Daxuyaiya berê de hatibû gotin cenazeyê 23 kesan hatiye dîtin.

Hate diyarkirin ku roja Şemiyê êrîş saet di 10.30’an de hatiye kirin. Çeteyan bi sê motorbisiklêtan li gundekî Nganzaî yê Maîdûgûriyê êrîşî bi dehan wesayîtên ku ji merasîma cenazeyê vedigeriyan, kirine.

Boko Haram li vê herêmê her dem êrîşî gundiyan dike û malên gel talan dike.

Roja Pêncşemê jî çeteyan êrîşî komapa koçberan a li derdora Maîdûgûrî kiribûn, 8 kes qetil kiribûn û lawirên gundiyan dizîbûn.

Çeteyên Boko Haram ji sala 2009’an û heta niha 27 hezar kes kuştine û 2 milyon kesan jî ji ber wan koç kirine.