Li Nîjeryayê bi hezaran kesî Fransa protesto kirin

Li paytexta Nîjerya Nîameyê ku darbeya leşkerî lê hat kirin, bi hezaran kes li ber Sefaretxaneya Fransayê hatin cem hev û li dijî Fransa dirûşm berz kirin.

Di nava girseya ku bê navber dirûşmeyên li dijî Fransayê berz kirin de, hilgirtina alên Rûsyayê bal kişand.

Çalakiya li ber sefaretxaneya Fransayê ya ji bo piştgirîdayîna leşkerên derbeker pêk hat, gelek caran dengên "Em dixwazin Fransa ji vir bicihme" hatin bihîstin.

ALÊN RÛSYAYÊ

Li gorî nûçeya rojnameya Le Figaro, xwepêşanderekî bi navê Hasan wiha got: “Fransa 60 sal in daxwazên xwe bi Efrîqayê dîkte dike. Divê ev bê rawestandin. Pêwîste ku Nîjerya serweriya xwe ji nû ve bi dest bixe. Bi saya General Tchiani, ev ê di demek nêzîk de pêk were."

Xwepêşanderekî din ê bi navê Abulaye ku ala Rûsyayê di destê wî de ye jî wiha got: "Em Rûsyayê dixwazin. Em dixwazin hevkarên me di serxwebûnê de jî ligel me bin. Em dixwazin xizmên xwe yên li Malî û Bûrkînayê bişopînin."

Li gorî nûçeya AFP'ê, tabelaya Sefaretxaneya Fransayê ya li Nîjeryayê hat hilweşandin û hate pêl kirin. Hat ragihandin ku li şûna tabelayê alên Rûsya û Nîjeryayê hatine daliqandin.

Serokkomar Muhammed Bazum bi derbeya leşkerî ya ku di nava hefteyekê de hat kirin, ji desthilatdariyê hate xistin û hat girtin. Wezareta Karên Derve ya Fransayê di daxuyaniyekê de ragihand ku ew "hemû alîkariya pêşkeftinê û piştgiriya budceyê" ya li Nîjerê radiwestînin. Fransa daxwaza vegerandina pergala destûrî ya li derdora Bazum a Nîjerê kir.

Yekîtiya Efrîkayê jî ultîmatomek 15 rojî da Nîjer da ku "nîzama destûrî" vegerîne. Li aliyê din Yekîtiya Ewropayê ragihand ku ew ê rayedarên ku bi darbeyê re hatine, nas nekin.

Li Nîjeryayê ne cara yekem e ku derbeyek çêdibe. Dîroka Nîjerya xizan û çol bi derbeyan tijî ye. Nîjer, koloniyeke berê ya Fransayê, piştî ku di sala 1960’an de serxwebûna xwe bi dest xist, çar derbe lê hat kirin. Yekem di sala 1974 de, ya dawî di Sibata 2010’an de çêbû.