Li Nîjerya şer: Bi dehan cotkar hatin kuştin

Li Nîjeryayê li deverên bejahiyê van rojên dawî di şer de gelek kes hatin kuştin.

Şerê di nabeyna yên gelê Peulê yê rojhilatêbakurê welêt de ku bi xwedîkirina ajanlan debara xwe dikin û nav gelê Yandangê de ku cotkar in, 5’ê Tîrmehê dest pê kiribû.

Li gorî agahiyên polîsên Nîjerya, di şerê eyaleta Tarabayê de bi kêmanî 17 kes hatin kuştin, gelek jê birîndar bûn. Li gorî agahiyên xwecih bi kemanî 70 kes hatin kuştin.

Rayedarên polîsan gotin şer 4 rojan dom kir, gelek gund hatin şewitandin.

Di roja dawî ya şer de gelek polîs şandine ser herêmê û tê gotin gelek kes mal û milkê xwe berdidin.

Li gorî rayedarekî ji gelê Peulê bi kêmanî 23 xwedîkerên ajalan hatine kuştin, ji Yandangên cotkar jî 50 kes hatine kuştin.

Li eyaleta Adamawa jî di navbeyna gelê Peulê û Bachamaan de Duşemê şer derketibû û bi kêmanî 6 kes hatibûn kuştin.