Li Nîjerya lêhî û hezîn: 22 kes mirin

Li Nîjeryayê ji ber barana zêde lêhî rabû 22 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Wezîrê Çalakiya Mirovî ya Nîjerya Laûna Magadjî, di daxuyaniya roja Çarşemê kirî de bibîr xistibû ku 6’ê Tebaxê 49,845 kes ji karesatê bandor bûne û 22 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî wezîr, ji ber lêhiyê ziyan gihiştiye 3,131 avahî û 3,902 hektar zeviyên çandiniyê.

Her wiha 29,344 lawir jî telefbûn. Her wiha 11 ref û 33 bîrên ava vexwarinê jî xirabûne.

Di nava salên dawî de qadên çolistan ên dikevin bakurê welat jî di nav de lêhî rabûne. Li vî welatê ziwa ku her tim ji ber kêmbûna berhemên çandiyên gazinc dihatin kirin. Niha jî ji ber barana zêde bandor li zeviyên çandiniyê hatiye kirin.

Ji ber lêhiyê li gorî sala 2017’an li gorî NY’yê 56 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, 206 hezar kes jî hatibûn veguhestin.