Li Nîjerê ji ber lehiyê zêdetirî 45 kes mirin

Li Nîjerê ku bi giştî ziwa ye û baran lê nayê hate ragihandin van rojên dawî ji ber barana zêde lepî rabûye û 45 kes mirine.

Li welatê Efrîkaya Rojava Nîjerê ji serê Hezîranê û vir ve şilî ye, li gelek herêman qadên ku bi kêmanî 225 hezar kes lê dijîn di bin avê de man. Li gorî bîlançoya dawî ya hikûmetê ji ber lehîyê bi kêmanî 45 kes mirine.

Li gorî Wezareta Alîkariya Mirovî û Têkoşîna Dijî Bobeletan li gelek taxên paytext Nîameyê av hê nekişiyaye. Di daxuyaniyê de hate gotin li tevahiya welêt ji 24'ê Tebaxê û wir ve ziyan gihaye ser 26 hezar malan.

Nexasim li herêmên Maradî, Thoua-Tîllaberî û Dosso û paytext Nîameyê 20 hezar xaniyên ku ziyan li wan bûyî û dibistan jÎ di rewşeke wiha de ne ku nikarin werin bikaranîn. Ji ber lehiyê 5 hezar û 300 hektar erdên çandî û bi sedan embarên zad û 700 bîr jî nema dikarin werin bikaranîn.