Li Nîjerê dibistanek şewitî: 20 xwendekar mirin

Li paytexta Nîjer Nîameyê dibistanek şewitî. Di encamê de 20 zarokan jiyana xwe ji dest dan.

Rayedarê arkujiyê yê Nîjerê Sîdî Mûhammed diyar kir ku li dibistana bi rengê kulûbeya ka hatiye çêkirin, 21 pol şewitîn.

Mûhammed got, "Derdora 20 zarok di nava agir de asê man."

Rayedar ragihand ku tîmên arkujiyê bi lez û bez hewl dan şewatê vemirînin, lê belê şewat gelekî xurt bû, lewma pol şewitîn, ji ber vê yekê jî zarok nekarîn bê derxistin. Sedema şewatê hîn nayê zanîn.

Serokwezîr Ûhûmûdû Mahamadû çû cihê bûyerê û sersaxî ji malbatan re xwest.

Li Nîjerê ku yek ji welatên herî xizan ên cîhanê ye, ji ber kêmaniya polan saziyên rayedar bi hezaran kulûbeyên ji ka çêdikin.