Li peravên Tûnisê 3 penaber xeniqîn, 12 winda ne
3 keştiyên ku penaber tê de bûn dema dixwestin ji başûrê Tûnûsê biçin Ewropayê, noqî avê bûn. 3 penaberan jiyana xwe ji dest dan û 12 penaber jî winda ne.
3 keştiyên ku penaber tê de bûn dema dixwestin ji başûrê Tûnûsê biçin Ewropayê, noqî avê bûn. 3 penaberan jiyana xwe ji dest dan û 12 penaber jî winda ne.
Berdevkê Dadgeha Asliye ya Yekemîn a bajarê Sfaksê Fevzî el-Mesmûdî ji çapemeniya herêmî re axivî û diyar kir di 48 saetên dawîn de 3 keştiyên penaberan noqî avê bûne.
Mesmûdî diyar kir di van keştiyan de 152 kes hatine rizgarkirin, 2 jê pitik 3 kesan jiyana xwe ji dest dane û 12 kes jî winda ne.
Di meha Nîsanê de jî ji ber ku keştî noqî avê bûbûn bi giştî 210 penaberan jiyana xwe ji dest dabûn.