Li nêzî Taywanê keştiyeke balafiran û 39 balafirên Çînê hatin tespît kirin

Hikûmeta Taywanê ragihand, piştî ku 2 keştiyên Amerîkî û Kanadî di dawiya hefteyê de ji Tengava Taywanê derbas bûn, wan 39 balafirên leşkerî û keştiyek balafiran ên Çînî li nêzîkî giravê tespît kirine.

Hat ragihandin ku di navbera Yekşem û Duşemê danê sibê de 26 balafir û 13 keştiyên leşkerî li derdora girava Taywanê ketine tevgerê.

Li gorî Wezareta Parastinê ya Taywanê, ji serê sibeha Duşemê ve 13 balafirên din jî hatine tespît kirin.

Wezaretê diyar kir ku keştiya balafiran a Çînê Shandong roja Duşemê jî li başûrê rojhilatê Taywanê hatiye tespîtkirin û keştî ber bi rojhilatê ve çûye û derbasî rojavayê Pasîfîkê bûye.

Çîn girava Taywanê wekî yek ji parêzgehên xwe dibîne û peyamên ‘heke hewce bike ew ê bêdudilî bi darê zorê ve girêdayî axa xwe bikin’ dide.

Rayedarên Taywanî ragihandin ku 22 ji 39 balafirên vê dawîyê hatine tesbîtkirin, xeta navendî ya Tengava Taywanê, sînorekî nexuyayî ku giravê ji parzemînê vediqetîne, derbas kirin.

Wezareta Parastinê ya Taywanê got, "Artêş ji nêzîk ve çavdêriya rewşê dike û ji bo bersiv bide balafir, keştiyên deryayî û sîstemên mûşekî yên bejahî bicih kirine."

Berdevkekî leşkerî yê Çînî roja Şemîyê got ku piştî ku du keştiyên Amerîkî û Kanadayî di Tengava Taywanê re derbaz bûn leşkerên Çînî her tim di rewşa amade de ne.

Hêza Deryayî ya DYE'yê ragihand ku keştî Destroyera Fuze ya Arleîgh Bûrke ÛSS Ralph Johnson û HMCS Ottawa ne û îdîa kir ku derbasbûna keştiyan a ji herêmê 'dilsoziya DYE, hevalbend û şirîkên wê ji Hînt-Pasîfîk a vekirî û serbest nîşan dide'.

Washington ligel aloziyên bi Çînê re hevalbendê herî bihêz yê Taywanê dimîne û radigihîne ku ew piştgirî didin mafê giravê ku biryarê li ser paşeroja xwe bide.

Liv û tevgera DYE û hevalbendên wê yên rojavayî ya li Tengava Taywanê û Derya Başûrê Çînê dibe sedema nerazîbûna Pekînê.