Li nêzî Sefaretaneya Bilind a DYA'yê teqînekê rû da
Li paytexta Afganîstan Kabûlê, teqînekê rû da. Li gorî agahiyan, teqîn li cihekî nêzî avahiya Sefaretxaneya Bilind a Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) rû daye.
Li paytexta Afganîstan Kabûlê, teqînekê rû da. Li gorî agahiyan, teqîn li cihekî nêzî avahiya Sefaretxaneya Bilind a Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) rû daye.
Rayedarên Afgan gotin, ji ber teqînê herî kêm 4 kesan jiyana xwe ji dest dane, 3 kes jî birîndar bûne.
Berdevkê Wezareta Karên Hundir Najîb Danîmarka diya rkir, ku teqîn li pêşiya şaxê bankaneyeke li Kabûlê pêk hatiye.
Berdevk ji AFP'ê re axivî û got, "Li nêzî meydana Mesûd a li Kabûlê teqînekê rû da. Haya min hê ji detayên teqînê nîne." Rayedarekî din jî got, dema ku wezîfedarên ewlekariyê beriya Cejna Qurbanê ji bo kişandina mehaneyên xwe diçûn bankayê, teqînê rû daye.
Ajansa nûçeyan a Tolo jî ragihand, teqîn ji ber êrîşeke xwekujî pêk hatiye.