Li nêzî santrala nukleerî ya Îranê erd hejiya

Li nêzî santrala nukleerî ya Bûşehrê ku li başûrê rojava yê Îranê ye bi şîdeta 4.5 pileyî erd hejiya.

Li gorî enstîtuya jeolojiyê ya Emerîkayê, erdhej li gorî dema herêmê saet di 06.49'an de li qadeke bi 17 kîlometreyî li başûrê rojhilat ê bajarê Borazjanê bi 10 kîlometreyan di binê erdê de pêk hat.

Li gorî ajansa nûçeyan a fermî Îrnayê, bajarê Bûşehrê ku santrala nukleerî lê ye bi erdhejê hesiya. Li gorî agahiyên destpêkê ji ber erdhejê tiştek bi kesî nehat û xisara madî rû neda.

Beriya du hefteya jî li heman herêmê bi şîdeta 5.1 pileyî erd hejiya bû û tiştek bi kesî nehatibû.

Li santrala nukleerê ya Bûşehrê hezar megavat hilberîn tê kirin. Santrala ku ji aliyê Rûsyayê ve hate çêkirin di sala 2013'an de hatibû radestkirin.

Îran li ser gelek plakayên tektonîk e. Di Mijdara 2017an de li wîlayleta Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê bi tundiya 7.3 pileyî erd hejiya bû û 620 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

Di sala 2003'an de li eyaleta Kerman a başûrê rojhilat ê Îranê bi tundiya 6.6 pileyî erd hejiya bû û bajarê Bam ê kevnare hilweşiya bû, herî kêm 31 hezar kesî jiyana xwe ji dest dabûn.

Erdheja herî giran a 30 salên dawî di sala 1990'î de li bakurê Îranê bi tundiya 7.4 pileyî rû dabû. Herî kêm 40 hezar kesî jiyana xwe ji dest dabûn û nîv milyon mirov bêmal mabûn.