Li nêzî peravên Yewnanistanê 17 koçberan jiyana xwe ji dest dan
Li nêzî girava Peloponez a li başûrê rojavayê Yewnanistanê keştiyeke koçberan noqî avê bû û 17 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li nêzî girava Peloponez a li başûrê rojavayê Yewnanistanê keştiyeke koçberan noqî avê bû û 17 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî daxuyaniya yekîneyên ewlehiya peravê ya Yewnanistanê keştiyeke koçberan noqî avê bûye.
Hate diyarkirin nêzî 100 kesî hatine rizgarkirin û 17 kes jî di avê de xeniqîne.
Yekîneyên ewlehiya peravê diyar kirin di dema rizgarkirinê de wan dîtine di keştiyê de qet êlegê rizgariyê yê koçberan tune. Nehate diyarkirin ku koçber hemwelatiyê kîjan welatî ne.
Koçber hewl didin ji başûrê Peloponezê yan jî girava Gîrîtê Behra Spî derbas bikin û xwe bigihînin Îtalyayê.