Li Nepalê ji ber teqîna bombeyê 3 kes mirin
Li başûrê Nepalê di encama teqîna bombeyê de polîsek jî nav de 3 kes mirin.
Li başûrê Nepalê di encama teqîna bombeyê de polîsek jî nav de 3 kes mirin.
Li gorî polîsê Nepalê li bajarokê Dhanûsha li pêşiya mala kesekê teqînek çêbû. Beriya teqînê xwediyê malê cismê bi guman ferq kir û agahî dabû polîsan.
Hate ragihandin ku tîma polîsan ji bo lêkolîna cisim hatin cihê bûyerê û di dema lêkolînê de teqîn çêbû; xwediyê malê, kurê wî û polîsek mir. 2 kesên ji heman malbatê û polîsek din jî birîndar bûn.
Heta niha kesekê teqîn li xwe ne girtiye.