Li Nepalê balafira rêwiyan kete xwarê: Herî kêm 50 kes mirin

Balafireke rêwiyan a Bangladeşê li cihekî nêzî balafirgeha paytexta Nelap Katmanduyê kete xwarê. Herî kêm 50 kes mirin.

Balafira ku 71 kes tê de bûn, dema ku xwe ji bo daketinê amade dikir kete xwarê. Berdevkekî artêşa Nepalê ragihand, herî kêm 50 kes mirin û gelek kes birîndar bûne ku hejmara wan hê nehatiye tespîtkirin.

Balafir li qadeke futbolê kete xwarê ku li rojhilatê balafirgeha navneteweyî ya paytext Katmandu ye. Arkujên ku agirê bi balafirê ket vemirandin gotin, wan gelek cenaze û birîndar ji nava enqazê balafirê derxistine.

Li Nepalê salên dawî gelek caran balafir ketin xwarê. Ev yek derbeke giran li sektora tûrîzmê ya Nepalê dixe.