Li Necefê konsolosxaneya Îranê hate şewitandin

Li Necefê ya Iraqê, ku ji bo Şiîyan bajarekî pîroz e konsolosxaneya Îranê hate şewitandin. Îranê xwest ku tevdîr werin standin. Li Nasiriyê 13 çalakger hatin kuştin.

Li Necefê xwepêşandanên tund dibin. Xwepêşandarên Iraqî Çarşemê konsolosxnaeya Îranê ya li Necefê şewitand. Bi sedan kesî got, ''Îran bicehime''. Li bajêr hate qedexekirin ku mirov derkevin derve.

Beriya niha jî li Kerbelayê çalakgeran konsolosxaneya Îranê kiribû hedef.

Xwepêşandêr Îranê mîna mîmarê pergala gendeliyê li Iraqê tê dîtin.

Rejîma Îranê li ser şewitandina konsolosxaneyê helwest nîşan da. Berdevkê Wezareta Karê Derve Mûsavî xwest ku ''li dijî êrîşkaran'' tevdîrên 'biryardar'' werin standin.

Pêrşemê jî çalakiyên protestoyê dom kirin. Piştî şewitandina konsolosxaneya Îranê bi çend saetan li Nasiriyê dema ku hêzên çekdar ên dewletê dixwestin du piran bi dest bixin 13 çalakger hatin kuştin. Derdora 50 çalakgerî jî birîndar bû û tê gotin rewşa gelekan ji van giran e.

Lli Iraê ji 1'ê Cotmehê û vir ve 360 kes hatin kuştin, 16 hezar kes jî birîndar bûne.