Li Necefê êrîşa bombeyî: Gelek kes mirin
Li Necefê ya Iraqê êrîşeke bi wesayiteke bombekirî pêk hat, di encamê de gelek kes mirin.
Li Necefê ya Iraqê êrîşeke bi wesayiteke bombekirî pêk hat, di encamê de gelek kes mirin.
Li Necefê ku 160 km dûrî paytexta Iraqê Bexdayê ye, li taxa Qadiseyî serê vê sibehê wesayiteke bombekirî hate teqandin. Di encama teqînê de agahî tê dayin ku gelek polîs û karmendan jiyana xwe ji dest daye.
Piştî êrîşê hêzên ewlekariyê cihê bûyerê girtin, birîndar rakirin nexweşxaneyê û kesên ku jiyana xwe ji dest dane jî rakirin morga Tiba Edlî.
Li Necefê ku piraniya şêniyên wê Şiî ne, nayê zanîn bê ka bi zelalî çend kes mirin û çend kes birîndar bûn.