Li navenda koçberan a Bosnayê şewat: 29 kes birîndar bûn

Li navendekî ya koçberan a li bakur rojhilatê Bosnayê ji ber sedemekî nediyar şewat derket û 29 koçber birîndar bûn.

Li gorî daxuyaniya rayedaran, piştî şewata li navendê hinek koçberan ji ber ku xwe ji pencerê avêtin birîndar bûn û hinek jî bi sivikî şewitîn.

Hate diyarkirin ku di rojên dawî de li navenda koçberan nêzî 500 kes hebûn.

Heta niha sedema şewatê nehatiye tespît kirin lê hate diyar kirin ku ji ber hewaya sar û baranê koçber ji bo ku xwe germ bikin rêbazên cûda pêşxisti bin.

Ev şewat di hefteyên dawî de şewata duyemîn a li navendên koçberan a li Bosnayê ye.

Beriya 3 hefteyan jî ber mûmê şewat çêbibû û 3 koçber mirîbûn.