Li Nasiriyeyê herî kêm 13 xwepêşandêr hatin kuştin
Li bajarê Nasiriyeyê yê eyaleta Zîkkarê, ji ber êrişa hêzên dewletê herî kêm 13 xwepêşandêr hatin kuştin.
Li bajarê Nasiriyeyê yê eyaleta Zîkkarê, ji ber êrişa hêzên dewletê herî kêm 13 xwepêşandêr hatin kuştin.
Xwepêşandanên li paytexta Iraq Bexdayê û bajarên Necef, Kerbela, Basra, Zîkkar, Nasiriye, Dîvaniye, Mûssena û Mîssanê beriya du mehan dest pê kirin rojên dawî mezin bûn.
Herî dawî li Necefê konsolosxaneya Îranê hate şewitandin. Xwepêşandan îro serê sibehê li bajarên Nasiriye, Zîkkar û Dîvaniyeyê jî pêk hatin.
HERÎ KÊM 13 XWEPÊŞANDÊR HATIN KUŞTIN
Li bajarên Nasiriye, Zîkkar û Dîvaniyeyê hêzên dewletê fîşek li xwepêşandêran reşandin. Li gorî çavkaniyek ji Midûriyeta Tenduristiyê ya Nasiriyeyê ji ber êrişa hêzên dewletê li Nasiriyeyê 13 xwepêşandêr hatine kuştin û 80 xwepêşandêr jî birîndar bûn.
Çavdêrên siyasî dibêjin kuştina xwepêşandêran bersiva li şewitandina konsolosxaneya Îranê ye.