Li Myanmarê şerê navbera artêşê û serhildêran: 90 mirî

Li welatê Myanmarê, ku li başûrê rojhilat ê Asyayê ye, di navbera komek ji serhildêran û hêzên ewlekariyê de şer derket. Di şer de bi qasî 90 kes mirin.

Li gorî daxuyaniya hikumetê, li rojavayê welêt endamên hindikahiya Rohîngya ku bi qasî 150 kes bûn, êrîşî polîsan kirin.

Li gorî artêşa Myanmarê jî, ku êrîş li zêdeyî 20 nuqteyên polîsan ên li eyaleta Rakhîneyê hate kirin, herî kêm 77 serhildêr hatin kuştin. Hat gotin, ji ber êrîşê 12 leşker û polîs hatine kuştin.

Serokê Fermandariya Giştî ya Myanmarê Mîn Aûng Hlaîng anî ziman, yekîneyên artêşê û polîsan bi hev re bersiv dane êrîşan.

Hat îdîakirin, ji ber şer bi hezaran sivîlên ji hindikahiya Rohîngya ya Misilman xwestine xwe li Bangladeşê bigirin, lê belê destûr ji wan re nehatiye dayin ku ji sînor derbas bibin. Fermandarekî hêzên li ser sînor ê Bagladeşê ji AFP'ê re axivî û got, tevî astengiyan jî gelek jin û zarok derbasî nava bajarê Ûkhiya bûne.