Li Myanmarê keştiyeke koçberan noqî binê avê bû: 17 kes mirin

Li Myanmarê keştiyek ku koçberên ji hindikahiya Rohîngya yên Misilman tê de bûn, ku ji ber cihêkariyê ji welêt direviyan, noqî binê avê bû. Herî kêm 17 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Keştiya ku koçberên ji hindikahiya Misilmanên Rohîngyayê tê de bûn û ji ber cihêkariyê ji welêt direviyan, li peravên Bûrmayê noqî binê avê bû. Di encamê de herî kêm 17 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî wezîfedarekî rizgarkirinê yê Weqfa Shwe Yaûng Metta, keştî ber bi Malezyayê diçû û tê de zêdeyî 50 kes hebûn.

Wezîfedarê rizgarkirinê ji AFP'ê re ragihand ku wan 17 cesed dîtine û nêzî 30 kes jî winda ne. Hate ragihandin ku 8 kes jî bi saxî hatine dîtin û ji aliyê polîsan ve hatine destgîrkirin ji bo lêpirsîna wan bê kirin.

Tîmên rizgarkirinê diyar kirin ku ew hîn jî li mirovên winda digerin, lê belê hejmara rastî ya rêwiyan nizaninin.

Her sal bi hezaran Rohîngyayî ji kampên li Bangladeş û Myanmarê ji bo xwe biginînin Malezya û Endonezyayê ku piraniya şêniyên wan Misilman in, dikevin ser rêya deryayê.

Li eyaleta Arakanê ya Myanmarê ku piraniya şêniyên wê Bûdîst e, nêzî 600 hezar Rohîngyayiyên Misilman hene. Lê belê ji xizmetên tenduristiyê yan jî perwerdeyê bêpar têne hiştin.