Li Mûsilê taxek din jî hat rizgarkirin

Fermandarê Odeya Operasyona Nînovayê Ferîq Rûkin Reşîd ragihan ku li Mûsilê Taxa Qudisa Duyem hatiye rizgarkirin.

Operasyona rizgarkirina Mûsilê di roja xwe ya 76'an de berdewam dike. Fermandarê Odeya Operasyona Nînowa Ferîq Rûkin Reşîd, li ser pêşveçûna artêşa Iraqê daxuyanî da û ragihand, îro ji aliyê Hêzên Dijî Terorê yên Iraqê ve Taxa Qudisa Duyem a dikeve rojhilatê Mûsilê ji çeteyên DAIŞ'ê hatiye rizgarkirin.

Fermandarê Odeya Operasyona Nînowa Ferîq Rukin Reşîd destnîşan kir ku dema tax hatiye rizgarkirin, di şerê derketî de derbên giran li çeteyên DAIŞ'ê hatine xistin û gelek çete hatine kuştin.

Li aliyê din, Serokê Polîsên Federal ên Iraqê Raîd Şakir Cewdet ragihand ku hêzên wan li herêma Diyet Muftî, întîsar, Fefestîn û Sûmer 25 çete kuştine.