Li Mozambîkê şerê bi çeteyên DAÎŞ’ê re geş dibe

Li Mozambîkê di şerê navxweyî yê bi çeteyên girêdayî DAÎŞ’ê re bi hezaran kes mirîn de, piştî bajarê lîmanekê jî tê dîtin ku li du giravan dagirkeriya çeteyan û şerê çeteyan ên ji bo şewatekên gaza xwezayî zêde dibe.

Li Mozambîka ya li peravên Okyanûsa Hînd a li Rojhilatê Efîqayê, şerê çeteyên Îslamiyên radîkal zêde dibin. Hate diyarkirin ku girava Vamîzî û Metûndo yên girêdayî parzêgeha Cabo Delgado ya li bakurê welat ketine destê çeteyên girêdayî DAÎŞ’ê.

Agahî hate dayîn ku çeteyên ku bi kelekan xwe gihandin giravan piştî welatiyên herêmê koç kirin, avahiyên wan dane ber agir. Çeteyan di meha derbasbûyî de jî bajarê bi navê lîmana Praîa li Mocîmboa dagir kiribû.

Ji sala 2017’an heta niha ji şerê nevxweyî yê ku bi êrîşên çeteyan re li parêzgeha Cabo Delgoda despê kirî ve, herî kêm hezar û 500 kesan jiyana xwe ji dest dane. Ji beş şer heta niha 250 hezar kes ji warên xwe bûne.