Li Mozambîkê milîtanên Renamo çekan berdidin

Li Mozambîkê Renamo ku aliyek ji şerê navxwe yê bi dehan salan e, piştî muzakereyan dest pê kir ku çekên xwe radest bike.

Berxwedana Netewî ya Mozambîkê (Renamo) ku di navbeyna 1976-1992'yan de di nav şerê navxwe de bû û 2013'an dîsa dest bi têkoşîna çekdarî kirî, dest bi pêvajoya bêçekbûnê kir. Di merasîmê de rayedarên hikûmeta Mozambîkê û Renamo hazir bûn, milîtanan baregeheke leşkerî ku kontrol dikirin vala kirin.

Tê payin ku bi kêmanî 5 hezar û 200 milîtanên çekdar ên Renamo tevlî bêçekbûnê bibin. Lê roja pêşî ya bêçekbûnê, kesên ku çekê xwe berdidin wê bi dehan kes bin.

Piştî ku 1975'an Mozambîkê serxwebûna xwe ragihand, Renamo ya 'antî-komunîst', li dijî Eniya Azadiyê ya Mozambîkê (Frelîmo) şer da destpêkirin. 1922'an piştî ku şerê navxwe qediya, Renamo bûbû partiyeke siyasî.

Di şerê navxwe yê di navbeyna salên 1976-1992'an de 900 hezar kes hatibûn kuştin.