Li Modadîşûyê êrîşa bombeyî: Herî kêm 38 kes mirin

Di 2 êrîşên wesayîta bombeyî ya li paytexta Somalî Mogadîşûyê de herî kêm 38 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Di êrîşa de Qesra Serokkomar û otelek ya li paytextê bû hedef. Berpirsan ragihand ku herî kêm 38 kesan jiyana xwe ji dest dane. Diyar bû piştî herdû teqînên nêzî Serokkomariyê êrîşa bi çek jî pêk hat.

Abdûllahî Ahmed ku berpirsê ewlehiyê ye ji AFP’ê re axivî û got ku 5 êrîşkar ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine kuştin û rewş aram bûye.

Li Somaliyê rêxistina Şebab ji sala 2007’an ve dixwaze hikûmeta navendî hilweşîne. Hikûmeta navendî ji aliyê hêzên navnetewî ve tê destekirin û Yekîtiya Efrîqa jî bi hêzekî 20 hezarî alîkariyê dide. Hêza ku hatî avakirin Ûganda, Bûrûndî, Cûbûtî, Kenya û Etîyopya alîkariya leşkerî dikin.

Di Tebaxa 2011’an de Mogadîşû ji paytext hatibû derxistin û piştre kelehên xwe yên bingehîn winda kiribû. Di rewşa heyî de li bejahiyê herêmê berfireh di destê wan de heye û car car êrîşan pêk tîne. Di 14’ê Cotmehê de êrîşa herî bi xwîn ya di dîroka paytext Somalî de pêk anîn.  Di van êrîşan de herî kêm 512 kesan jiyana xwe ji dest dan. Her çendî êrîşa Şebab li xwe negirtîbe jî berpirs vê rêxistinê berpirsyar dibînin.