NÛ BÛ-Li Misrê teqîn: 3 kes mirin
Di êrîşeke bombeyî ya li nêzî Pramîdên Gîza ya li Misrê de 2 tûrîstên Vîetnamî li gel rênasekê mirin, 12 kes jî birîndar bûn. Ji kesên birîndar 10 Vîetnamî û 2 jî Misrî ne.
Di êrîşeke bombeyî ya li nêzî Pramîdên Gîza ya li Misrê de 2 tûrîstên Vîetnamî li gel rênasekê mirin, 12 kes jî birîndar bûn. Ji kesên birîndar 10 Vîetnamî û 2 jî Misrî ne.
Li Misrê li dijî tûrîstan êrîşeke bombeyî hate kirin. Di êrîşa nêzî 4 kêlometre dûrî Pramîdên Gîzayê de 2 Vîetnamî yên tûrîst û rênasek mirin, 10 Vîetnamî bi giştî 12 kes birîndar bûn.
Ji aliyê wezaretê ve hate ragihandin ku êrîş bi bombeyeke destan hatî çêkirin li dîwarê li ser Rêya Marîûtiya hatiye bicihkirin û saet 18:15’an teqiyaye.